Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî

Front Cover
Na Yayınları, May 4, 2021 - Bibles - 320 pages

Pirtûka kû nîviskarê wê Êzdînas Kemal Tolan e, wek navê xwe li ser “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” ye . Pirtûk 320 rûpel e û xebateke pirralî ye. Pirtûk tev bi reng e. Hem bi karton hem jî berga bi cîld hatiye çap kirin

Weşanxaneya me berê jî 6 pirtûkên Kemal Tolan Çap kiribû.

“Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî”

Ev pirtûk -her wekî ku ji sernavê wê jî diyar e- bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka welatê Xaltan dike. Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan Ûrartûyan heye an na, ev êla Kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na?.. Di pirtûkê de ev pirs û gelek pirsên di derbarê Xaltiyan de tên bersivandin. Zoro Axa kê ye, ji ku ye, wî koçî ku deran kiriye, endamên malbata Zoro Axa kê ne, ew ketine kîjan şeran?.. Herwiha ev kesayetê girîng jî bi vê pirtûkê bi her awayî tê nasandin û êdî dikeve bin qeydan. Tolan di destpêka pirtûkê de kelecana xwe wiha îfade dike: “Ez vê berhema xwe ji bo tevaya wan keç, law, dê, bav û kalên me Xaltiyan dikime diyarî…”

Kemal Tolan di vê pirtûkê de cih dide gelek wêne û nexşeyan, vegotina xwe bi van wêne û dîmenên hêja dixemilîne. Tiştekî balkêş ê din jî ev e ku Tolan 16 rûpelên dawîn ên pirtûkê bi çavkaniyên cûr bi cûr tijî kiriye. Ev jî nîşan dide ku xebata wî bi kedeke têr û tijî hatiye amadekirin.

Her wiha Xerzî Xerzan û Egît Yazar bi nivîs û lêkolînên xwe piştgirî dane vê xebatê. Kemal Tolan gelek serpêhatî, stran, anekdot û bîranînên cûr bi cûr berhev kiriye û tevî pirtûkê kiriye.

 

Contents

Section 1
7
Section 2
13
Section 3
14
Section 4
20
Section 5
40
Section 6
53
Section 7
57
Section 8
62
Section 11
116
Section 12
145
Section 13
216
Section 14
223
Section 15
238
Section 16
242
Section 17
256
Section 18
301

Section 9
65
Section 10
67

Common terms and phrases

About the author (2021)

KEMAL TOLAN KÎ YE ?

 

 

 

 

 

 

 

Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê ku girêdayî navça Beşêrî-Batmanê ye, ji dayîk û bavê xwe yê Êzdî re bûye. Perwerdeya xwe ya seretayî li gundê Şimzê, ya navîn li navçeya Bişêrî yê. Ji ber ku di wextê perwerdeya dibistana navîn de neheqîya nenasîna Êzdîyatîyê lê dibe, ew nikare di herêma wîlayeta Sêrtê de he-re Lîseyê ya (Gymnasium)ê bixwîne. Ew ji ber zilm û zora dînî direve diçe li Wêranşehîrê perwerdeya Lîseyê ya (Gymnasium)ê diqedîn e. Paş perwerdeya lîseyê di sala 1976 an de diçe Almanîya’yê bajarê Celle. Dema ku hatîye Celle, hingê piranîya karkerên Êzdîyan yên ku berî wî ku hatine Almanîya’yê haj ji pirsgirêkên civata xwe tûnebun e. Kemal Tolan bi çend hevalên xwe re rewşa civaka xwe bi dost û nasên re dide nasandin û di sala 1976 de “Komeleya karkerên ji Tirkîyê hatine” li bajarê Celle didine damezirandin.

Di sala 1981 an de li bajarê Oldenburg ê de dest bi karê wergerîya zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî dike.

Kemal Tolan, yek ji endamên redaksîyona Kovara “Dengê Êzdiyan” kevn e û damezerên “Komela Çandê dîne Êzîdî” ya ku di sala 1994 de li bajarê Oldenburgê hatîye damezirandin e. Mamoste Kemal Tolan ji sala 1995 an vir ve weke dozent û dîrektorê kursa fêrbûna zimanê Elmanî, dersê dide ber xerîbên ku li kampa bajarê Oldenburg ê dimînin. Ewî Dîploma xwe ya ji bo perwerda “Methodik û Dîdaktîkê” zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta München’ê girtiye. Ji ber kar û tecrûba dersên dayî kasset û kitêbeke bi navê “Bi xêra dialoga fêrbûna zimanê Almanî hesantir dibe” bi zimanê Almanî weşandine.

Dozentê Kurd, di destpêka sala 1997 de qurseke fêrbûna axaftin, xwandin û nivîsandina bi Kurdî li bajarê Oldenburgê vekirîye. Di sala 2000 de li gorîya derfetên xwe pirtûkeke “Hebûn û Tûnebûna Êzdîyan Tev Romanên Zindî ne” bi zimanê Kurdî (kurmancî) û ji bo weşanên “Dengê Êzîdîyan” li çapxana “Druckzentrum der Carl von Ossietzky Universität Oldenburg” berhevkirîye.

Mamoste û nivîskarê Êzdî, heta neha ji bo ku Êzdî jî karibin xwe bi rêxistin bikin (yanî ji jîyana xwe ye nû fêhm bikin, danînn û standinên xwe yên bi nivşên nû re zêdebikin, karibin dînhebandina Êzdîyan zeximbikin û bidine naskirin, qewl, dua û zargotên xwe tomarkin, kultûra netewî [bi taybetî jî xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî] biparêzin û bi rêvebirên li Lalişa nûranî [Meclisa rûhanîyên Êzdîyan] û bi hemû ilimdar, dîrokzanê nas-xerîbên dostên Êzdîyatîyê re xurttir bikin û hwd.) gelek gotar û lêkolînên nivîsandine û di gelek malper, rojname û kovarên Kurd û Êzdîyan de hatine belavkirin.

Kemal Tolan zewicîye û bavê sê kur û dû keçan e. Ew hêjî peywen-dîyên xwe li der û dora xwe de, di nava hinek rêxistin û dezgehên Elman û bîyanîyan de berdewam dike û bi taybetî jî li ser pêşxistin û naskirina dîrok û kevneşopên Êzdîyatîyê dinivîsine.

 


 

  Berhemên wî: 

1.      Hebûn û tûnebûna Êzdiyan tev romanên zindî ne – Oldenburg 2000

2.      Navên Kurdî –Çapa şexsî –Oldenburg 2004

3.      Nasandina kevneşopên Êzdîtiyê I- Weşanên Perî - İstanbul 2006

4.      Nasandina kevneşopên Êzdîtiyê II- Hewlêr 2012

5.      Gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêv nakin- Weşanên Na -İzmir 2013


Bibliographic information